Hamid Bedirxan
Hozanvanekî mirovnêz bû


Cankurd
(Van helbestên di vir de, di navbera 1980ê û 1985ê hatîne wergerandin.)
Sergotin
Baş tê bîra min. Piştî reva Ereban a mezin bû li ber Îsraîl di cenga 1967’ê de, em xwendekarên dibistana navîn, ku çavên me taze li pirs û kêşeyên ramyarî, çandeyî û netewî vebû bûn û bi taybetî li pirsên çînî û fîlosofî… Me gellek pirtûkên, ku dihatin wergerandin bo Erebî dixwandin û gava pirtûkeke bi Kurdî bi dest yekî keta, êdî ew padişahê me bû, em li ber û dora wî digeriyan, ku wê pirtûkê bi dest xwe ve bînin û bixwênin… Di wê demê me gellek zanayên ereb ji mamhostayan dinasîn, lê kurdekî fena wan bi çandeyê dizanî pêrgî me nehatibû, me nedîtibû… Ez heftê carekê an du caran diçûm ba hinek mamostane kurdên komonîst û bi wan re diketim peyv û gengaşan li ser kêşeya netewî û li ser hinek pirsên çînî… Ez ji wan pir fêr dibûm û min pir pirtûk ji wan dibirin û dixwandin, lê bîr û baweriyên min cuda bûn ji yên wan û di pirsa netewî de em tersî hev û din diçûn…
Rojekê min li ba wan destnivîseke xweşxêz bi zimanê erebî li ba wan dît, hozaneke nûjen bû ya bi navê “Ricûu’n mîn Waterloo: Vegerek ji Waterloo” û pareke din ji hozanekê, ku bi navê “weseka min”… Min ewan xwandin… Ez gellekî bi wan hikar bûm, lê zimanê wan ê erebî jar bû, tê de pir şaşiyên çûnivîsê hebûn… Ji min re gotin, ku evan hozanên Hamêd Bedirxan in û ew kurdekî ji bakurê Kurdistanê ye, mala wî li gundê şîyê ye, li ser sînorê ye, pir hejar e û pereyê wî bo çapkirina destaneke hozanan nînin… Min pir hez kir, ku ez wî binasim û di demeke kin de ew ji gund hat Helebê û min ew li mala wan mamhostayên çep dît… Xortekî mîna min di destpêka hişyariya xwe ya ramanî de, dê çawa kanibe li ber lehiya çemekî mezin ji çand û dûrok û hozan û serpêkên ramyarî û ramanî raweste… ?! Bi rastî ji wê dîtinê ve, em bûn dostên hevdu û hercarê ew dihat Helebê, dihat mala me jî. Destpêkê bavê min digot: - “Kurê min ev komonîst e û çil salî ji te pîrtir e, tu çawa li gel vî bûyî dost?… ” Min jî bersiv didayê: - “Ma ne hemî dostên te yên, ku tu bi wan re bi kaxetan û tawlê dilîzî, tev komonîstin… ” lê piştî demekê êdî bavê min jî bûbû dostê wî … Wek ji min re ewî bi xwe gotiye; ew helbesta “Vegerek ji Waterloo”, ku bi rastî yek ji hêjatirîn parçeyên bijarte yên hozanên wî ye, gava di karê avahiyê de kar dikir nivîsî bû, tenekeyên tijî çemento li ser milên xwe radikirin û di silimek darî re hildikişî, da nanê zikê xwe bistîne… Ewî digot: “- Karkir û xudankar bawer nedikirin, ku helbesteke mîna wê ji dest min derketiye… ” Di wê helbestê de ew reva Ereban ya ramanî, reva hişê êldarî û reva sosyalîzma netewî û kêmhişiya çîna serdest û deselatdar tîne zimên… Dixwast bo Ereban bibêje, ku pêwîste ewan hişê xwe biguhêrin û ji reva 1967’ê fêr bibin… Ew hozan hat belavkirin û navê Hamêd Bedirxan êdî ket ser gellek zimanan…
Hamêd Bedirxan bi windakirina Nazêm Hîkmet hikar bûbû, pir ew dihanî ser zimanê xwe û ji min re li ser Hemzatov, Lorka, CHE Geovara û pir qehremanên şoriş û çandeya çep dipeyivî… Ez ji wî fêr bûm pir tiştan, tenê gava serxweş dibû, ez jê dixeyidîm ji ber ku ez dij bi noşîna mey û Ereqê me û min hez dikir ew bipeyive û cîhana min a çandeyî bi zanîna xwe dagire, fireh bike… Hamêd ji aliyê diravî ve pir hejar bû, lê ew pirtûkxaneya hozanvanî û ramyarî bo gellek xwendekarên kurd bû… Hozanvanên ereb hîn ew baş nas nekiribûn, lê di nav Kurdan de pir hatibû naskirin… Pişt re Li nav Ereban navdar bû.
ava ez bi wî re li ser Kurd û Kurdistanê dipeyivîm, di wan salên pêşîn de ji hevnasîna me, ji min re digot: “-Ena lestû mîn wetenîl eşîre: Ez ne ji niştê êlê me.”. Lê min bihîst, ku Hamêd Bedirxan di salên dawiyê de ji jiyana xwe piçekî bêhtir ber bi pirsa netewî ya kurdî ve hatibû û li ser tevgera netewî ya kurdî jî dipeyivî û tozeke Kurdînî jî xistibû nav hozanên xwe… Mixabin! Em ji hev bi dûr ketin û gava hatiye Almaniya, hinek xêrnexwaza nehêlan ew min bibîne…
Hamêd Bedirxan nedixwast pir li ser ciwaniya xwe bipeyive, loranî ew diêşiya gava li ser wê demê dihat pirsîn… Lê diyar bû, ku ew di jiyana xwe de pêrgî pir serpêkên bi hêstir û girîn hatibû…
Ji min xwast, ku ez hinek hozanên wî wergerînim bo Kurdî û du caran jî helbestên xwe bi Kurdî ji min re xwandin… Wî rexneyên xwe li nivîs û hozanokên min dikirin û şanoweke min abi zimanê erebî li gel xwe bir, ku jê re sergotinekê binivîse, lê me hev û din piştî wê nedît, ez çûm bendexaneyê çûn û hatina wî jî kêm bû…
Digot: “- Bi Erebî binivîse, da tu navdar bibî, pişt re bi Kurdî jî binivîse… ” Lê mixabin! Min gellek hez dikir, ku fêr bibim nivîsîna bi Kurdî û tevî ku ez bi Erebî baş dinivîsim, lê di wan salan de tenê min sê gotar bi Erebî belav kirin… Tiştên, ku min bi Erebî jî ta niha nivîsandine, giş mane, min nedane çapkirinê.
Min hinek helbestên Hamêd Bedirxan wergerandin, lê ewan li welêt man û ez nizanim çi bi wan hat… Destana wî (Li ser rêyên Asiya) ku bi Erebî ye, hat ji min re, lê mixabin! Ew destan jî Feuzî Etroşî ji min bir û venergerand… Di pirtûka min a hozanê de (Dilopeka xwîna dila) hozana tev paşîn ya Hamêd Bedirxan e, min ji Erebî wergerandiye û navê wê (Leşkerên Hêviyê) ye… Destpêka wê jî wilo ye:

Leşkerên Hêviyê
“Werin zarokno!
Zarokên welatê min!
Zarokên hemû welatên cîhanê!
Em ji çavên xwe hêstirên sotinê,
dudiliyê û keserê bimalin… .”
Ez dixwazim di vê navê de du bûyeran li ser Hamêd Bedirxan bînim ziman:
Carekê hat mala me û di wê rojê de min bihîstibû, ku polîsên veşartî dîsa hatine mala me, li min pirsiyane… Hamêd Bedirxan ji diya min pirsî, ka bo çi hêstir ji çavên wê dibarin, diya min ji wî re ew nûçe got, Seriyê xwe bada û bêdeng ma, hîç tiştek negot, lê min dît, ku hêstir ji çavên wî jî dibarin… Min ji wî re qehwe anî û gotê:
“- Mamoste! Tu bo çi wilo xemgîn bû?!” Gote min:“- Te ciwaniya min anî bîra min… Erê ma hîn kurdek li ser rûyê zevînê heye neketiye zindanê?” Pişt re gote diya min a, ku leganeke tijî gul li ber wê bû: “- Gul hatine pêdakirin, ku mirov li wan temaşa bike, wan bihin bike, ne wan biçirîne, ku bike şîrone û leçer… ”… Ew ji ciyê xwe rabû, destê xwe li milê min xist û got: “- Eger tu dixwazî bibî mirovekî mezin, li pêş binêrin û rêya xebatê bernede… ”
Carekê jî em di nav pirtûkan de li odeyeke min a piçûk rûniştibûn, gote min:“- Ez ji diho ve gellek tûre bûme, xeyidî me… ”
“- Çima mamoste?!”
“- Dihonî ez û serekekî tevgera kurdî li maleke Kurdên komonîst bûn, me bi hev re Ereq vedixwar… Me ji radio bihîst, ku Mela Mustefa Barzanî koç kiriye diyarê dilovaniya Xwedê. Ewê ku xwe serekê tevgera netewî dizanî, keniya û çepik lêdan û got: “-Vaye em ji pîrê kevneperest azad bûn”… Hamêd got: “- Wijdana min negirt, ez di cî de rabûm ser pêyan û deqeyekê bêdeng ji bo hurmeta Mela Mustefa rawestiyam… Lê mixabin! Min Ey Reqîb nedizanî…Ew qehremanê azadiyê bû, bîr û baweriyên wî ne mîna yên min bûn, lê ew ji bo azadiya gelê xwe xebitî.” Hamêd eve got û cigareya xwe kişandm dîsa bêdeng bû… li pirtûkan û li dora xwe nêriya û bêdeng rabû çû…
Bi rastî min di Hamêd Bedirxan de hozanvanekî jêhatî û mirovnêz nas kiribû ûez pir ji hozanên wî hez dikim û bi naskirin û dostaniya serbilindim. Lew re min hinek ji helbestên wî vegerandin Kurdî:

Leşkerên Hêviyê!
Hamêd Bedirxan / Şam 1983
Sala 1985Cankurd Wergerandina:
( Ev hozana xweşik berî lêdana hov a World Trade Centre bi 18 salan hatiye nivisandin)
Werin zarokino!
Zarokên welatê min
Zarokên hemî welatên cîhanê!
Em ji çavên xwe hêstirên sotinê,
dudiliyê û keserê bimalin…
Em dest bi lawajanên xewê bikin
… .û bi yek dev… …
Bila bi bahozan re li hemî cîhanê belav bibe…
Di deryan û çiyan re
Bi bajarên mezin re…
di oqyanûsan re.
Gava ez piçûk bûm
Navan ez ditirsandim:
Îskenderê makdonî, Cengîz Xan
Daryosê zordest û Kîpiyadês
Û gava Teymor Leng dihat bîra min
Min tuf ser axê dikir!
Ez ji darên rengê hovan ditirsîm
Wek çawa hûn ji kuştiwarê Guevera
… û Lomomba, ji kuştiwarê gelan heznakin… .
Di şevrêketinên xewna min de
Ez bi Huseyn û laşên çola Kerbelê re dimam
Lê, hûn di xewnan de
Termên, ku di devên segan de dibînin
Li çola Sînayê…
Sebra û Şatîla…
Li Sohr û Sayda… Salvador û Prêtoriya…
Kêr di stoyê çûkê de ye…
Gava em piçûk bûn, Napalm tune bû
Lê bîranînên bi sotin
Sungiyên serbazê reş di nav leşkerê General Goro de…
Em çiqas digiriyan - ez digiriyam- me zarokan…
Bi ser şehîdên deşta Girante de
… û çiyayên Astoriya…
Çiqas di bîra me de bûn,
Wêneyên Hemze, Huseyn û Rustem…
Lê hûn, bi navên Cemîle û Guevera yê mêrxas
Zorba û Mazlum dipeyivin…
Çi caran ez bi Danton û Mara re ne bûm
Ez bi Babov re bûm…
Lê hûn, bi min re niha Mehmûd Derwêş
û Tewfîq Ziyad dixwênin…
Werin zarokên welatê min
… .û zarokên hemî cîhanê… …
Em rêzên xwe bikin yek
Pêlên ji xeydê
Pêlên ji hezkirinê
Bi hev re bilivin… .
… û li wir… li hêviya nan û chokola…
Li hêviya dêmên kenok ên dayîkan…
Em şer bikin dostino!
Zarokên welatê min û hemî cîhanê
Dij bi çekên neotronî û Amerîka…
Ji bo defteran, nivîsaran û avê
Ji bo ezmanê şîn û firindan
Ji bo genim û gulîlk û baxan… .
Werin em bicivin, hemî piçûkên cîhanê!
Leşkerê me wê pir mezin be
Ji çendek zarokan
Wê leşkerê me ber bi rojên şirîn
ronak ve bibore… !

Ez li kuştiwarê Lorka digerim
Wergerandina ji Erebî: Cankurd
(Wek em dizanin Hamêd Bedirxan komonîst bû, pir ketibû bin hikariya Nazêm Hîkmet, û tevî ku Kurd bû jî, lê xwe ji netewayetiya kurd diparist… Em demeke dirêj dostên hev bûn û pir dihat mala me li Helebê, em li ser kêşeya kurdî bi hev re dipeyivîn û rêzgirtin ji dîtina min a neteweyî re diyar dikir, lê digot jî: Ez ne ji niştê êlê me! … Dixwast ez bibim niviskarekî bi nav û deng… Lê mixabin! rêyên me ji hev cuda dibûn… û min daxwaza dilê wî bi cih ne anî… .
Min du parçeyên hozanên wî ji Erebî wergerandin bo Kurdî, yek ji wan eve ye û ya din jî (Leşkerê Hêviyê) ye, ku di dîwana min (Dilopeke xwîna dila) de ye…
Gava min Hamêd Bediraxn nas kiriye wî (Vegera ji Waterloo) bi destnivîs teva kiribû, ez bi wê helbestê pir hejiyam… Hêviya min ewe, ku ez wê careke din bibînim û wergerîn zarê dayik û bavê Hamêd Bedirxan, Kurdiya, ku jê hez dikir, pê dipeyivî, lê nekanî bû pê belav bikira… Ew binzor bûbû bi Erebî belav bike, tevî ku pir caran nivîsên wî pêdiviyê serrastkirina zimanî bûn.)
Ez li kuştiwarê Lorka digerim
Ez li ser sîvlekên bajar û zireyan (1) rawestiyam
Ez hemî qeraxan, zinar û qûm û çêkirgehên keştiyan dibînim!…
û mala miriyan… .
Ez lêdigerim:
Li kuştiwarê Lorka?!…
Ez ketim nav taxên gelêrî yên nebedkirî
Li gel kuştiwar û dizan rûniştim…
û bi şevan, di havîn û zivistanê de, geriyam
li kuştiwarê Lorka… .
Ez daketim kûraniyên zevînê (2)
Di çalên komira kevirî de
û bi wêrekiyeke mezin
Ez pêrgî alafa “Girîzo” (3) hatim
û dîwarên heriftî…
û rêyên hişbir…
û qîrînên karkiran!…
Ez li kuşterê Lorka geriyam!…
Ez li wir bûm, di nav zireyan de
Li gel talankeran
Li gel serbirr û dêwên bahozan û têwerkirinan…
û ez li kuşterê Lorka geriyam!…
Ez li bayan suwar bûm
Li qantir,
Li tirênan
û li keştiyan… .
Min pir mîl (4) ji maweyan (5) û bê jimar derbas kirin… .
Ez qûma sehraya û badê (6) çolistanan bûm…
Ez li bin konan
Li gel şivanan…
Şîrê miyan
Karwanên hêştiran…
Avên şor
Di avçalan de bûm…
Ez li kuştiwarê Lorka geriyam!…
Ez di ber kenarên çeman re boriyam… .
Li nav beyaran, rezên tirî û zeytûnan… .
Zireyên pêldayî ji sundisê kesk
Dîmenên guhartî di her awirekî de…
Deşt û dûzî,
gelî û gir… û çiyan…
Çemê Tace (7)
û Xirnate, bajarê berbangê (şifaqê)!
Aasî
Garon
Donaw
Antakya
Bordour
Komara gelêrî : Taborîth (8)
Sala hezar û nehsed û hinekî…
Ez li kuştiwarê Lorka û komarê… geriyam
û min gotinên Wolter, ku di ber Kala de kirine, bihîstin…
Skala… Volî Berger, Tabu… .
Çayxaneyên şevî û kabarêt
Dîdarên balkêş, şirîn, tirsavêj û lezok… .
Min yarî li gel keçên nûgihayî kirin… .
Min jinebî hembêz kirin…
û li gel mêrkiriyan
bi hêzeke bê wekanî raketim…
û ez li kuştiwarê Lorka geriyam!…

            ( 2 )

Min dasika xwe li gel palekaran hilgirt
û bi zûkî ji xew rabûm…
Min ceh û genim çiniyan…
û bi tiliyên xwe yên hozanî
pembo çiniya
tayên nîsk û colbanan hilkirin…
û ez li kuştiwarê Lorka geriyam!…
Ez li ber şewqa hêvê li ser bêderan raketim
Min çêrok û efsane ji devê cotiyaran bihîstin
Li ser axatiyê, evîn û mirinê
û li ser kedxwarinê…
Min şevên bi tirs di jêrzemînê de borandin
Li gel kablîzkan (9)… di qulînên wan de… .
û ez li gel mezelkolan (10) mam
Ez li kuştiwarê Lorka geriyam!…
Min endizyarî kir, felsefe xwend
û aboriya ramyarî…
û min diploma torevanî û rojnamevanî stand…
Ez bûm rêhevalê kotan (11) û malveşaran…
Min ji kenalên romanî vexwar
û min çemento hilgirt qatên bilind
û ez di karê ramyarî de bi cih bûm
û ez li kuştiwarê Lorka geriyam!…
Min kesek nedît
Min nedît!
Min nedît!…

(3)
… û min dest bi koçkirinê kir
ji dergehê wê yê fireh de
bi nav tarîgehên dûrokê de…
Ez bûm rêhevalê Gulgamêş
Ez bûm Enkîdo…
Min burca Babil ava kir… .
Min ji Semîr Emîs hez dikir…
û Roksana… .
Min Ehram ava kirin
Ez yek ji wan karkiran bûm, ku bi hezaran mirin
Ji ber Belharsiya
û Malariya
Min bi gayan re qutê kir…
û ez hêzdar, wêrek bûm
di rûyê komplo û xinizlîskan de rawestiyam
Di Pireya Keseran de
û Dadgeha Teftîşê de… .
Lê ez bi aşên bayî re neketim pevçûnê…
û ez li kuştiwarê Lorka geriyam!
Ez li gel şah û Imperatoran bûm
sultan û şahzad û kerdînalan
Ez li gel keyser bûm
Prothos hêriş ser min kir… .
û min al hilgirtin…
û min di kolos û kelehan de venan
û li ser destên Spartacus
û Babekê Xuremî… Ez li ber maseya li hev bihakirinê rûniştim,
Li gel Antonio û Cleopatra!…
Ez hozanvanekî salbiçûk bû
û ez bi xweşnûdî pêrgî mirinê bûm
û min seriyê xwe kir bihayê wê şevê… .(12)
û ez li kuştiwarê Lorka geriyam… .
Min bi evînê bawer kir…
Poşkîn, Lêrmantof û Vîrgîl
Ovîdês
Dantê
û Mîlton… .
Di Fîrdewsa windayî de
û li ser devê dûjehê
û rêçala Daryal… û… Inîyîd…
Min bi evînê bawer kir…
û bi Zerdeşt … û Boda…
û Konfoşyûs
û Mesîh… û Muhemmed… .
û ez li kuştiwarê Lorka geriyam!…
Xedîce li pêş Mîhrabê bû… .
û Meryem bo cîhanê û bo hejaran berken dibû…
Delîle di razangeha Şemşûn de bû…
La Martin li pey seleceya Coslîn bû… .
û seriyê Domînîk li ser kabên Êlîwar bû
û Êlza bo Aragon dikeniya… .
( 4 )
Ez bi kuşter û kuşteran re,

 û bi kuştî re  jiyam... .

û ez li kuşterê Lorka geriyam!…
Ez tev li ceng û şergehan bûm… .
Ji Troya ya xiniz de
Ta bi Boatiyê
Ji Cenga navxweyî ya espanî ve
Ta bi Cenga Bon
û ez bûm rêhevalê Hanîbal
Di rêçalên çiyayên Alp de…
Li kî derê ye niha Evdilrehman El-Xafiqî
Charl Martin…
û Jokof
û damekirina Berlin?! (13)
Loyed Goerge
Clêmanso
Hitler
û Eisenhauer!?…
… û ez li kuştiwarê Lorka geriyam!…
Ez ne ji (Intelegenc Service) (14) bûm
an ji Gestabo
Ez ne ji mêrên dema Evdilmalêk Merwan
û El-Muntesêr Bîllah bûm…
Ez cotkarim
Di birçîbûna xwe de
Di evîna xwe de
Di gundê xwe de
Ez li kuştiyarê Lorka digeriyam!…
Carekê jineka falgîr (15) bo min got:

  • Bo çi tu li kuştiwarê Lorka digerî?
    Ma ew ne li her dereka ku te serî lêdayî ye.
    Ew di zireyê de serdarê keştiyê bû…
    û di hişkiyê de: Şah…
    û şahzad
    û şahên komir û qesdîr û hesin in…
    Rockfêler, Ford
    Seyid û bankin… .
    Li deştan ew Axa ye…
    Li bajaran ew sermiyan e…
    Di evîna (serdema Neotronî) de ew dilber e… .
    Hemî kuştiwarên, ku li dora selece ne…
    Ên xayîn in
    û (bihayê zêde ye)… .
    Nezanîn û belengazî û nesaxî
    û tu yî ewa ku li tenişta min rûniştî
    û bi min re dixuyî… bohîmî (16)…
    nîşanbazî
    suryalî… .
    Tu kuştiwarê Lorka yî…
    Ez, tu û em…
    Hemî ewên ku li ber bûyerên rojane radiwestin
    Destgirêdayî û bêlayî… .
    Ên kuştiwar in… .
    Rabin… .ji xewa xwe…
    Ji kêfnûşiyê xwe… .
    Em naxwazin, ku careke din bimirin
    Lorka û Goevara… .

û Lomomba… .

01- Zire : Behir, Derya
02- Zevîn : Erd, Zemîn
03- Girîzo: Şêweyekî şikeftên komira kevirî ye, pir caran
diteqe û gellek karkir tên kuştin
04- Mîl: Dora 1600 Metr e
05- Mawe: Mesafet û dûrî
06- Bad: Ba
07- Tace: Çemeke li Espanya
08- Taborît: Komareke gelêrî, sosyalîst, tobawî ye, ku gelê wê
cîngane (Qurbet) in, li çiyayê Karbat ûderdorên wê dijiyan
09- Kablîzk: Kabcî û qumarcî
10- Mezelkol: Ewê li goristanan kar dikin û goran dikolin
11- Kotan: Ewê ku kar ji binî ve kirê dikin û bi pareke mal an
pere dixebitin, wek muteehêd û Kirêkaran
12- Hozanvanê salbiçûk di hozaneke Poşkîn de şevekê ji
sê şevên Cleopatra dikirre û seriyê xwe wek biha dide
13- Damekirin: Hîsar û ji wê lîska Dame (nehberk û şeşberkê) hatiye
14- Mebest CIA -Karbidestiya hêminiya Amerîkî ya namdar e
15- Falgîr: Ewê / Ewa ku tê re dinêre, paşeroja mirov jê re dibêje.
16- Bohîmî: Ji navê Bohîmiya hatiye, ew jî navçeyeke ji Swîsra, dibêjin ku
berê li wir jin û mal tev li hev bûn, hevparî di her tiştekî de hebû.


Gotin
Wergerandin ji Erebî: Cankurd 1980
Kulîlkek biçûk got:
Ez naxwazim di zivistanê de bimirim
Ji ber ku serma ye… .berf û baran e… .
Çûkeke biçûk got:
Ez naxwazim di bin ewirin reş de bimirim
Mizgînê jî got:
Ez naxwazim bimirim, ne li zivistanê
û ne li havînê…
Zivistan sar e, qerisiye…
û havîn germ e, bi tîn e…
Gişa ji biharê hez dikirin…
Lê dûrokê, û serpêkan (1)
Em hokirin, ku mar jî li biharê şiyar dibin
û di nav geya de
Davk û kemendan ji çûkan re vedigirin…
De bila em şiyar bin…


(1) Serpêk: Tecrube

KDC

FREE
VIEW